[2x]
Gure gura çemê me ye
Xuşe xuşa ava me ye
[2x]
Gurzek gîha milê min e
Kale kala pezê min e
[2x]
Ez şivan im bilûrvan im
[2x]
Dara biyê binya malê
Tu kulîlka serê darê
[2x]
Kûzek hilda çû serayê
Dev biçûkê çima nayê
[2x]
Ez şivan im bilûrvan im
[2x]
Gazî dikim çima nayê
Dilsoza min benda te me
[2x]
Desmala te destê min e
Çavên min li riya te ye
[10x]
Ez şivan im bilûrvan im