[rist 1:]
2x
Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan e
Welat ji mere ruh û can e
Kurd hemû bira ne
[rist 2:]
Cîh û meskenê me Kurdan e
Temam baxe û bistane
Welat gulê gulistan e
Kurd hemû birane
[rist 3:]
Welatê me pir şêrîn e
Merg û çem e û zevî ne
Qîz û bûke tev cindî ne
Eslê xwe da horî ne
[rist 4:]
Kurdistana me zeynet e
Cemata wî pir hurmet e
Temam qedr e û qîymet e
Welatê me cennet e