Min bihîstî tu nexweş e dilo
Çibkim bextê min tim reş e dilo
Dilê min herdem bi kul e dilo
Carekî nebûye geş e
---
Delala min tu pir têşî dilo
Derdê xwe ji kesîr’ nabêjî dilo
Bendî te mam ez heliyam dilo
Kulê xwe ji kesîr' nabêjî
---
Nayêm ba te, tu li min negrî dilo
Çima wilo tu bê sebr î dilo
Evîna te ez helandim dilo
Ma sozê te heya kengî
---
Hêstir ji çavê min tên xwar dilo
Wek xunava wê biharê dilo
Alem tevde dikevin xewê dilo
Çavê min ji bo te şiyar in