Serî rakir berbang li ser sînga me,
Li ser çeman herikî can dilê me,
Êdî rengê tirsê ma li ser çava,
Li Amedê, li Amedê, li Amedê...
Her pirs xemgîniyekê dijware
Her bersiv serhildana bê hempa ye
Teyrekê birîndare jiyan
Li Amedê, li Amedê, li Amedê
Helbest:
Îro li nava bajarê Amedê kesek kuştin
Lê lê dayê
Xwezî ez teyrekî birîndar bûma
Minê xwe berda li nava kuçê Amedê
Minê destê wî kesî bigirta
Û hilda bibira ber behra Wanê
Kirasê mirinê li xwe kirine
Kolan çavê xwe bi xwîn şûştine
Bê sewal bê dadgeh kuştine
Li Amedê, li Amedê, li Amedê
Helbest:
Lê lê dayê por kurê
Kes nizane ev kula di nava dilê Amedê de çima ewqas mezin bûye,
Ew kesê bê navûnîşan, li Amedê kuştin.
Di navê axekî bê nav û bê nîşan veşartîbûn.
Dibêjin kes nizane kê kuştiye, kê kuştiye.