Bilind Îbrahîm:
Havîn bû çûm Şingalê
Hêjîra li dem nûbarê
Min dît li wêrê ciwanek
Awir dida ji alek
Min gotê keça kêyî
Torina kîj malêyî
Tu gula kîj baxçêyî
Nêrgiza serê kêyî
Melek Rojhat:
Lawo ez Kurdistan im
Xweştiviya Kurdan im
Evîndara şêranim
Ketime dest nezana
---
Bilind Îbrahîm:
Ez geriyam çûm Amedê
Cihê pîran û befrê
Nalîna kewî têtin
Birîndare xwîn jê têtin
Min gotê kewê kêyî
Çima li nav befrêyî
Birîndarê destê kêyî
Xwîndarê destê kêyî
Melek Rojhat:
Ez dengê şêx Seîd im
J'bo Kurdistan mirîdim
Bê kes û bê xudanim
Ketime dest neyara
---
Bilind Îbrahîm:
Çûm Mehabadê geriyam
Wek dara twîyê(tû) weryam
Darek di dest zarokan
Pê kirin yarya bûka
Min gotê tu çi darî
Wek rebena l'vî warî
Tu li kolana di xişandin
Ji nîvê ra tu şikandin
Melek Rojhat:
Lawo ez dar ala bûm
Navbera Çarçira bûm
Ez qibleya Kurda bûm
Ketime dest nemerda
---
Bilind Îbrahîm:
Payîz bû çûm rojava
Serdeşt û ber derava
Min dî li wêrê şoxek
Berda dilê min dûxek
Min gotê keça kêyî
Dilber û şenga kêyî
Bihara dilê kêyî
Barana kîj deştêyî
Melek Rojhat:
Lawo ez Qamişlo me
Şenga warê Şêxo me
Mêvana warê xwe me
Ketime dest zordara