[rist 1:]
Sira sibê li bab û dara hewrê
Veciniqî û hişyar bû
Tevziyek da xwe tevziyek kûr û rahişt
Bilûre danî ser diranan
2x
Ji sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr stira
sedsaliyên dûr û ji kezeba kûr stira
[rist 2:]
Kanîya bin dara hewrê
Bi dengê bilurê ra nehwirand
Hêstir werwirand melûl û melûl
Hêstir werwirand melûl û melûl
2x
Dilê heyva ji kovanên xwere
Kerî bi kerî kezext û dirand
[rist 3:]
Bilbilek firî ji hêlînê
Çû danî li gulya gulê
Xonçeyan mijand ji pêsîra xwe
Berda dilê wan ji xuriyê
2x
Dilop, dilop niqutî û xurî
Niqut, niqut nizilî û xurî
[rist 4:]
Di dilopa paşî de sefeq beyan bû
Ji bilûrê his birî kanî xayis ket
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
Li bine kema gulê bilbil ji can bû
2x
Jînek nû dest pêkir bi sira sibê
şefeq zelal xûza xuyan bûn