[rist 1:]
Hatî xewna min gula min hezkir
Çav bi hêstir bû jin min gazin kir
Ev dilê min te çima birîn kir
Li şeva tarî ji ce min bar kir
[dîsgotin:]
Zînê, zanibî ez bêbext im
Zînê, rewşa tu tê de serwext im
Zînê, ez jî wekî te bindest im
Zînê, tac û seray, eywan û text im
[rist 2:]
Ew gula ku min av dabû bijîn
Îro ketiye destê te bi xwîn
Ketiye destê bêbext û derewîn
Şah dibin ez, lêvên hingivîn
[dîsgotin:]...
tac û seray,eywan û text im
[rist 3:]
Gulê zanîbe tenê tu yar î
Soza min be li vê dinyayê
Eger ez bimirim li gora tarî
Dîsa dibêjim gulê tu yar î,
Gulê tu yar î
[dîsgotin:]...