gula dilê min bişkive
bi baranên evînê
hêviya hatina te me
dereng neyê,zû were
hîn neketim bin çavan
hîn neketim zindanên
hîn neçûme ser çiyan
dereng neyê ,zû were
em bi evînên qedexe mezin bûn.bêrîka me de
eynûkek û şeyek me bi xwe mezin dikir û
xwekişbûyîn xwe di nav xeyalên pêşerojê de
bi evîndara xwere vedişart,bi çavên şermokî
û bi tirseke bêwate me hêviyên xwe di nekişandin.
bi xwe re hêvî bîne,hêvî evîn û jin e
barke ser keskesoran
bi rojê bixemilîne.
hîn neketim bin çavan
hîn neketim zindanên
hîn neçûme ser çiyan
dereng neyê,zû were
dema ku em mezin bûn,em têgihîştin ku eger
evîn azad be,wê bi wate be.ji bo we ye ku em bûn
evîndarên welatên xwe,emê evîna xwe,
bi evîndara xwe re
di welatekî azad de parve bikin.