Ez zarokêk bênav im
Navê min winda bûye
Nahêlin bêm bîra xwe
Jiyan li min tarî ye
Ez mirim Helepçê da
Bêdeng li nav xewê da
Kesekî ez nedîtim
Nav pelên dîrokê da
Ez zarokek bênav im
Koçber im, Mexmûran da
Bê ewlekarî dijîm
Bin siya mirinê da
Navê min di dadgehan da
Bihara ciwaniyê da
Biryarm' hate girtin
Bi penûsên qirêj va
Ez keçikek biçûk im
Kolanên Mersînê da
Bûm çalakvanek hemdem
Kevirê min destê min da
Davêjim pêşerojê
Bo xatirê vê dozê
Davêjim pêşerojê
Bo xurttir bikim dozê