[rist 1:]
2x
Gula dilê min qitandin,
Bê av hiştin çilmîşandin,
Bo evîna min şîn nebi,
Çemê dilê min çikandin.
[dîsgotin:]
2x
Nabê dilê min wiha nabê,
Bila gûl bilbilê şa be,
Ware gula min aw bidê,
Bila êvîn be war nebê.
[rist 2:]
Gula min bi xwînê şuştin,
Serê xwe wê bê war hiştin,
Perçe kirin hev kitandin,
Bilbila wê sewî hîştîn...
[dîsgotin:]
2x
Nabê dilê min wiha nabê,
Bila gûl bilbilê şa be,
Ware gula min aw bidê,
Bila êvîn be war nebê.
[rist 3:]
Gulam kesk û sor û zer e
Evîna min bê xebere
Bo tu heliyam bûum penaber
Dil bû axîn û kesere
[dîsgotin:]
2x
Nabê dilê min wiha nabê,
Bila gûl bilbilê şa be,
Ware gula min aw bidê,
Bila êvîn be war nebê.