Wey Têlî Têlî Têlî Têlî
Têlî Têlî Têlî Têlî Têlî...
Ezê serê sibê ji xewka şêrîn rabim bêjim Têlî
Bi nava rojê bibêjim Têlî
Bi êvarê, bi saetê, bi deqê, bi saniyê
Ji axîn û kedera dilê xwe re wezê bang bikim
Rabim bibêjim Wey Têlî...
Na na Weleh heya bikeve çavê min kefa vê sabûnê
Wezê bêjim Têlî
Heta li ser singê min bibe ‘çîrîna’ kefen, ta û derzî
Ezê rabim bibêjim Wey Têlî
Heya li ber piyê min, li ber serê min
Cotikê kêlên keviran hebe
Wezê bêjim Têlî
Heta li ser singê min peya bin
Cotek ‘Melekê Muqerem’ ‘Qasidê Xwedê’
Le gava ji min sûala qebrê bikin
Yeqîna we ji Xwedê bê
Ezê cewaba van melekan nadim
Ezê pişta xwe bidim van melekan
Dîsa ezê bêjim Wey Têlî Têlî Têlî Têlî
Le min got; Tu hûr î, boz î, beyaz î,
Xalis î, kihêl î, mûxlis î,
Ne ad û ne îmze li ber navê te ne
Wele li ber dilê min tu kihêl î
Ez vê sibê hatime mala bavê te
Nizanim çima wisa sûretê sor ji min diveşêrî
Heft birakê te hene
Heft heb xwişkê min hene
Sedema çavê te yê reş û belek
Ezê ji wan re bikim berdêlî
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî...
Lê heylê zalimê...
Min got Têliya min lê hayê
Bejinbilinda min lê hayê
Bila qeda heftê bela bikeve
Zewacîka dilketinê
Her çar rokê dinyayê
Çiqasî malê bavê min zehf be
Bavêjim Banqê Tirkiyayê
Nizanim çima qelenê bavê te dernayê
Îsal beriya heft salan
Min ramûsanek bi tenê
Ji Têliya malikşewitî standiye
Îsal heft salê min qediya ye
Ji xwe re digerim li der û li dinyayê
Ezê rojê pênç ferza destmêj digirim, limêj dikim
Devê xwe dişom bi sabûnê, bi firçê
Ez dikim nakim
Tama ramûsana vê telesê
Ji binê koka diranê minê kursî dernayê
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî...
Lê heylê zalimê...
Min got de rabe Têliya min lê hayê
Sed caran bi min hayê
Vê sibê rabûye vê sibê
Ji derd û kulê dinyayê
Bi tayê Derwêşî xwe girê daye
Ji xwe re digere li ser rûkê vê dinyayê
Min got Xaliqo, Rebiyo
Sibê ye ezê diçûm Mala Têliya xwe bi mêvanî
Sibe bû diçûm Mala Têliya xwe bi mêvanî
Minê li ber qûlikan û pacan
Stû xwar kiriye, ji xwe re kir gohdarî
Min dêhn û bala xwe dayê
Têliya Qîza Mîrze Axa
Destê xwe yê terî-tazî ye
Daniya ber serê kalekî heftê û heştê salî
Min dît stêrên çavên min hatine xwarê
Mînanî çem û kanî
Min got, Xaliqo Rebiyo
Mirin ji min xweştir e gelo ji vî halî
Min dî bilbilekî ji asîmanê heft qatî
Ji ser çok û çengê min danî
Bi min re xeber da
Bi tirkî, bi kurmancî, bi zazakî, bi romanî
Bi çil û çar zimanî
Digot lo lo kuro lawiko marûmo
Mexset û miradê te çi ye?
Min digot, mexred û miradê dilê min Têlî ye
Digot, na na weleh qesem dikim bi navê Xwedê
Mexsed û miradê dilê te û Têliyê
Li vê dinyayê nabe
‘Cineta Baqî’ gelo ‘Erşê Alî’
Na na weleh kor poşman ez im
Ezê careka dinê dageriyam
Li ber qûlikan û li ber pacan
Minê stû xwar kir, ji xwe re kir gohdarî
Minê dêhn û bala xwe dayê
Têliya Qîza Mîrze Axa
Serê xwe rakiriye ji ser cih û ser balgiya
Digot, kuro lawiko, marûmo, vireko
Rûreşo, derewîno
Zozanê Bîngol û Şerefdîna Şewitî bişewite
Salek û duwanzdeh meh e
Bi ser me de bi çem û bi kanî
Na na weleh em hê heft salî bûn
Çardeh û panzdeh salê me bi hev re qediyan e
Em ji xwe re digeriyan lawo
Bi qîzanî bi xortanî
Belê kuliya serê zimanê te nexwaribû
‘Ava Reş’ bi çavê te de nehatibû
Tiliya min bi çavê te re neçûbû
Te rojekî ji nava rojan
Ji heval hogirê dora xwe re bigota
Dilê min di Têliyê de ye
Wê gavê me yê bi destê hev bigirta, birevanda
Biavêta zozanê me yê jorîn e
Na na weleh tû yê ji min re bibûyayî malxwe
Ezê ji te re bibûma bermalî, kebanî
Îro çima tu yê li hal û demê min napirsî
Ezê ketime tora vî kalê heftê û heştê salî
Rojê carek mirin ji min re xweştir e ji vî halî
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî...
Lê heylê zalimê...
Ezê aşiq û sewdaliya bejn û bala Têliya xwe me
Va ye bi derwêşî min xwe girê daye
Ji xwe re digerim li ser rûkê vê dinyayê
Ez dikim û nakim
Sebr û hewas û qinyata dilê min li vir nayê
Min xwe berda Şamê, Helebê, Himûsê, Hemayê
Hamûdê, Kerkûk û Kerbelayê
Derketime serê Meka Minawer, Kevirê Tûbayê
Hingî erdekî, temîzê miqades bû
Dikim û nakim
Sebr û hewas û qinyata dilê min li wir nayê
Min xwe avêtiye Girê Erefa yê
Ciyê hêvî û dûayê
Na na weleh minê xwe berda Şarê Îraqê
Serê kûçe û mehelê vê Bexdayê
Minê dêhn û bala xwe daye
Qîzikek rûnişti ye, li binê dara darçinarê
Sûretê Cizûyê, Yasînê
Mane dike rûpela mibarik a vê Emayê
Digot lo lo kuro, lawiko, marûmo
Çima wisa li min dinêrî
Navê min e, ji min re dibêjin ‘Meyremayê’
Belê were di kêleka min de rûnê
Wezê wê gavê deynim Sûretê Cizûyê, Yasînê
Rûpela mibarik a vê Emayê
Digot, sed û yek salan
Tu di kêleka min de bî
Tu car û tu car mirina malikşewitî
Her çar rokê dinyayê
Li bîra te nayê
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî...
Min got lê lê zalima qîza zaliman
Qesem dikim bi navê Xwedê
Sed û bîst hebê weka te hebin li dinyayê
Neynûkeka Qiza Mîrze Axa pê nayê
Le lê lê zalimê min got bihar e
Bihara me rengîn e
Li ser riya me Zozanê Bîngol e
Nemrûd e, Serhed e, Şerefdîn e
Birek malê bavê Têliya min bar kirine
Danîne li Zozanê Xazovîzo
Li Qûntarê Sîpanê Xelatê danîne
Hespê binê min kihêl e, rewan e
Şopê malê vedigerîne
Min dêhn û bala xwe daye
Sê konî li Beriya Jêrî danîne
Ma cotê konê pêşî kes tê tunîne
Min ajote konê navîn e
Min bala xwe dayê sê zerî ne
Bi çav û birûyê reş ê leglegî ne
Bi dev û lêvên tenikî kaxetî ne
Bi diranê sîmê hûrê gelo mircanî ne
Weleh serê memikên wan sor in
Qoratên memikên wan spî ne
Mîna ‘Qazocaxê Ceryanlî’ ne
Li ser masên zêrî û zîvî ne
Zincîrên dorên wan xalis û mûxlisên Reşadî ne
Belê ji hikmê nîvê şevan û pê de
Ji xwe re çay û qehwê dikelîne
Ez evdala ya ortê me
Navê wê Têlî ye
Qey mîna ev her duyên din
Jê re bûne kole û xizmetçî ne
Weleh yek jê çay û qehwê dikelîne
Ya din rahiştiye destmalê
Li serê dike bayê baweşîn e
Weka qaz û qûlingê Beriya Jorîn e
Belê salê carekî
Serê xwe li Zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dertîne
Yeqîna we hebe ji Xaliq Rebê Alemê
De çiqas jinê çê hene
Temamî qismetê mêrê kotî ne
Wey Têlî Têlî Têlî Têlî...