Stranbêj | Lorîn Berzincî - Derdê Evînê
Stranbêj  > L > Lorîn Berzincî > Derdê Evînê
Lorîn Berzincî - Derdê Evînê

More of Lorîn Berzincî

BÊRIYA TE DIKIM
Derdê Evînê

Dîsan tarî bû li min
Dîsan hêsrêm dibarin
Dunya bê deng xewîne
Çavêm tenê şiyarin

Bê te herdem wiha me
Bê hiş im ez winda me

Mîna findek vemirî
Mîna gulek çilmisî
Bê te pûç û zuha me
Bê te herdem winda me

Her şev nerim li ezman
Heldigirim navê stêrkan
Li wan çavên ji min dûr
Yên dil xistin xemîn kur
Pir soz dan lê ne vegeriya

Kesên ku nadiye evîn
Tênagej dilê xemgîn
Şev û roja dinale
Dibe zend û xeyala
Çav li rê me min bes e şîn