Gul ji gulistan gulan tîne
Gava çû erdê dihecîne
Xêlya sor bi xwe re digerîne
Gul rengdar in bi hezar in
Gul li Zîndanê Amedê
Jiyanê çandiye erdê
Ajda li zozanê Serhedê
Gul rengdar in bi hezar in
Gul li çiyayê Gabare
Xwe girêdaye ji şêr re yare
Evîndara axa sare
Gul rengdar in bi hezar in
Gul şehîdê Gelyê Zîlan
Li Botanê girtî dîlan
Gul berfîne ji bo dilan
Gul rengdar in bi hezar in