(Serhado) Rist 1:
Ez axim, ez avim, ez bahozim, ez agirim,
zivistanim, payîzim, ez baharim, ez havînim,
Mahabadim û Qamîslo. Hewlêr û Amedim,
ez bakûrim, başûrim, rojava û rojhilatim,
ez axa zîv û zêrim, pêtrolim, dewlemendim,
şînahî me, ez kulîlkim, kesk u sor u zerim,
xwezayê bedewim û Ararat û Zagrosim,
ez Serhed û Bedînan, ez Dêrsim û Botanim,
kanîye jêri me u gole ûrmîye û Wanim,
ez Avaşîn û Mûnzûr, Dîclê û Fêratim,
ez Nemrûdim, Heskêfim, ez Mêm u Zînim
ji bo mirovahîyê li ser çiyaye Cudî ye lîmanim,
rojê dertînim, Newrozim, Kawayê Hesinkarim,
ez Zerdeştim, Selhedînim, Ez Pîr Sultanim,
Nevîye Sumêr, keçê medim, ez dîrokim,
ez gelim, ez axim, ez Kurdistanim
Dîsgotin: (Hozan Serhad)
Ez Kurdistanim, bûka cîhanim, cîhê mêranî, şerê giranim,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim,
Ez Kurdistanim, bûka cîhanim, cîhê mêranî, şerê miranim,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim
(Serhado) Rist 2:
Ez tîrêjim, ez pêlim, berfim û baranim
ez Teyrêbazim, ezmanim, ez bayê zozanim,
ez barê giranim, kul û birîna hezar salanim,
ez xwîne axa sorim, zext û zilmê ra qurbanim,
ez hêsirim, bindestim, ez girtîyê zîndanim,
leşkerê rojê me, xweparêzim, ez berxwedanim,
ez evîndarim, sibê serxwebûnim, sibê rizgarim,
ez welatim, netewim, dilê rojhilate navînim,
ez zarokim û dayikim, qazîme û şêhîdim,
wekê Egît û Mazlûm û Kêmal Pîrim,
Qehreman û Bêrîtanim, Zîlanim, ez Bêrîvanim,
destê xwe radikim, serê xwe dihejînim,
wekê Mele Mustafa, şêx Seid û Bedirxanim,
bist û neh caran serê rakirim, ez serhildanim,
têkoşînim, şerê giranim, ez bawerim û armancim,
ez hêvîya azadim, ez Kurdistanim
Dîsgotin: (Hozan Serhad)
Ez Kurdistanim, bûka cîhanim, cîhê mêranî, şerê giranim,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim,
Ez Kurdistanim, bûka cîhanim, cîhê mêranî, şerê giranim,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim