Stranbêj | Serhado - Xewna Jiyan
Stranbêj  > S > Serhado > Xewna Jiyan
Serhado - Xewna Jiyan

More of Serhado

Dilan
Ev Çi Ye
Ez Kurdistan Im (bi Hozan Serhad)
Gulen Kurdistane
Lo Dilo
Para
Xewna Jiyan
Xeyala Evin
Xwezi
Yade
Zimane Kurdî

Bin tîrêjên rojê yan bin baranê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê
Bin axa dinyayê yan bin ezmanê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê.

Jiyan ji xewna xwe şiyar bû, ji cihê xwe rabû
çû dest û rûye xwe şûşt, bi kêf û dilxweşî bû
rabû here xewna xwe bibîne, jiyan tî bû
nîvê qedehê vala bû lê jê ra nîvî tîjî bû
jiyan rihê xwe da ji bo xwe bigîhene hedefê
berik belkî vala bû lê zengîn bû bi şerefê
serbilind bû, eşqa jiyan ji her tiştî zêdetir bû
bar ji çiqa giran bû mil hê jê qawettir bû
bi çavên te jiyan yek e, bi ye xwe yekîtî ye
bi zehmetî rabû xwe gihande serê çiyê
lê hatin jiyan şiyar kirin, şiyar kirin ji xewna
xewn e jiyan, jiyan xewn e

Bin tîrêjên rojê yan bin baranê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê
Bin axa dinyayê yan bin ezmanê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê.

Jiyan ji xewna xwe şiyar bû, ji cihê xwe nerabû
direjkirî fikîrî bi çi standibû û çi dabû
bi çi hebû, çi nebû, jê ra çi mabû
yê berê pê re li vir bû çû winda bû ku
serê jiyan ne sax e, miriye ji dilbirînan
miriye ji beriya, negere li miftên deriyan
dibên ronahî ye û behr û ezman şîn e
lê behra kûr û ezmanê dûr reş û tarî ye
reş e weke çavên jiyan, reş e weke kezebe
bê ditîne û bê fêmkirina sebebe
melekên mirinê, jiyan şiyar kirin ji xewnê
xewn e jiyan, jiyan xewn e

Xewn e jiyan, erê jiyan xewn e
me ji rastiye dûr dike, me dikişîne deverna
çi ferq e xewn û jiyan bi jiyana nava wan da
ferqa xewn û rastî weke tayekî zirav e
ko nebe xerabî wî wextî tuneye qencî
em nebînin tarî, em nabînin ronahî
xwedê jiyanê dide û xwedê jiyane dibe
wexta yek insan tê, yekî dî ji vir diçe
çi îro sax bibe wê sibê bi mirinê biqede
te bi çi dest pêkir, çi ji te tê, divê tu xelas bikî
wexta tu ji xewa xwe şiyarbû û çavên xwe vekir
poşman nebe te çi kir, poşman be te çi nekir
ko roja te hat, tu ji xewna xewê dîsa şiyar nabî
wexta ketî nava du keviran, dîsa narabî
wexta laşê te vala bû, wexta canê te diyar bû
wexta dilê te sar bû, jiyan ji xewna xwe şiyar bû.